Bolton: Amerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton dawî helwesta welatê xwe ji vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton dawî helwesta welatê xwe ji vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê aşkere kir.
John Bolton ku niha bi serdanekê li Îsraîlê ye û pirsa vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê bi berpirsên wî welatî re guftûgo dike ragihand, helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.
Da zanîn jî, ji bo wê mebestê gerentiyê ji Tirkiyê werdigirin û naxwazin ji piştî wan Tirkiye operasyona leşkerî li navçê encam bide û divê di wê derbarê de hevahengiyê bi Washingtonê re bike.
Serokê Amerîka Donald Trump di meha bûrî de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû û di pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re gotibû: “Em vedikişin, Sûriye ji te re ye.”
Tirkiye jî piştî wê biryarê anîna hêzên xwe ser sînorê Sûriyê zêde kir. Lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: “Amerîka kar dike da ku Tirkiye nikaribe Kurdan bikuje.”
S. B