Bulden: Hevpeymanî ji bo Yekîtiya Netewî gaveke dîrokî ye
HDP û 7 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniya xwe bo hilbijartinên şaredariyê ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
HDP û 7 partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniya xwe bo hilbijartinên şaredariyê ragehandin. Di civîna ragehandinê de, Hevseroka HDPê Perwîn Buldan da xuyakirin, ev hevpeymanî bo pêkanîna Yekîtiya Netewî ya gelê Kurd gaveke dîrokî û binirx e û got, di heman demê de ev deynê me li hember Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û Mazlum Dogan e.
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li Diyarbekirê di konferansa roojnamevanî ya ragihandina tifaqa 8 partiyan de got: "Hevpeymaniya ku îro em radigihînin, gaveke dîrokî ya pêkanîna yekîtiya netewiya gelê Kurd e. Ev qonaxeke pir girîng û watedar e. Daxwaza gelê me jî ev e. Divê ev hevpeymanî bi hilbijartinan re sînordar nemîne û bo hemû daxwazên gelê Kurd berdewam bike. Yekîtiya Netewî deynê me ye. Deynê me ye bo Qazî Mihemed, bo Mela Mistefa Barzanî, Mazlûm Doxan û Wedat Aydin e. Deynê mîraseke binirx ku ji me re hîştine. Erkê me yê sereke ev e ku em xwedî li vê mîrasê derkevin û cîbicî bikin. ji bo vê em li vê derê ne û bi hev re ne. "
Îro li Diyarbekirê ji bo beşdarbûna di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara bê de 7 partî û tevgerên li Bakurê Kurdistanê hevpeymaniya xwe ragihand û biryar dan ku bi navê HDPê beşdarî hilbijartinê bibin.
Partî û tevgerê cihê xwe di hevpeymaniyê de digirin ev in: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevgera Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokratîk (DDKD), Partiya Însan û Azadî, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-Tirkiye)
S. B