Bolton: Em amade ne ewlekariya Kurdan bi Rûsya re gotûbêj bikin

Bolton dibêje, Amerîka amade ye pirsa ewlekariya Kurdan bi Rusya re jî gotûbêj bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Bolton dibêje, Amerîka amade ye pirsa ewlekariya Kurdan bi Rusya re jî gotûbêj bike.

Şêwirmendê Ewlekarî yê Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton di hevdîtinekê de digel rojnemevan Hugh Hewitt ê ku di serdanên wî li Israîl û Tirkiyê, ligel wî bûye,  gotiye, eger pêwist be Amerîka dê pirsa ewlekariya Kurdan bi Rûsyayê re gotûbêj bike û divê Tirkiye jî,  ji bo vê yekê hemahengiyê bi wan re bike.

Herweha diyarkir, Serokê Amerîkayê Donald Trump di 23ê meha 12an a derbasbuyî de di pêwendiyek telefonî de, daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan kiriye, Kurdan neke armanc, ku bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re, şerê DAIŞ kirin e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment