MSD: Em bi ne bi avakirina devera aram re ne

Berpirsên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi erênî li avakirina devera ewle nanirin.

 

K24 – Qamişlo

Di riya Twîtekê re Serokê Amerîka gefê li aboriya Tirkiyê dixwe û dibêje, heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike aboriya Tirkiyê têk bide û dê devereke aram li bakurê Sûriyê bisepînin. Berpirsên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi erênî li avakirina devera ewle nanirin û ew bi diyaloga Sûrî – Sûrî re ne. Hin siyasetmedar jî dibînin ev daxuyanî gavek e ber bi parastina deverê bi beşdarbûna hemû hêzan.

Bi Belavkirina çend tiwîtan li ser malpera Twîterê, Serokê Amerîka aşkere piştgiriya xwe ji Kurdan re li Sûriyê nîşan da, û got ewê aboriya Tirkiyê wêran bikin, herwha di twîta xwe de Donald Trump dibêje ewê devereke aram bi kûrahiya nêzî 32km li bakurê Sûriyê bisepînin eger Tirkiyê êrîşê Kurdan bike. Gefên Trump di demekê de tên ku hêzên Amerîkî biryara kişandina xwe ji Sûriyê dane û ev yek li gorî hin siyasetmedaran baweriya gotinên Trump dibire. Serkirdên MSD`ê didin zanîn jî ku Amerîka ne ji bo Kurdan van daxuyaniyan dide, lê bêhtir ji bo berjewendiyên xwe û dijberiya bi Tirkiyê re van helwestan dide.

Cîgirê Serokê Desteya Cîbicîkar ya MSD`ê Hikmet Hebîb ji K24ê re got: “Em bi neyênî li devera aram dinerin, ji ber ku dê ji aliyê Tirkiyê ve bê bikaranîn. Em bêhtir piştgiriya çareseriyeke siyasî dikin di riya diyalogeke Sûrî – Sûrî.”

Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Kurd dibînin axaftinên Trump derbarê sepandina devereke aram ji berjewendiyên hemû aliyan e û di nav de jî Kurd û tekez dikin ku hêzên hevbeş dê vê deverê biparêzin mîna hêzên Pêşmerge, HSD`ê û herwiha hêzên bi ser opozisyonê ve.

Serkirdeyên ENKS`ê didin zanîn jî ku sepandina devera aram dê ne tenê gefên Tirkiyê rawestîne, lê belê dê derfetek be ji bo çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re û pêwîst e Kurd beşek bin ji vê çareseriyê.

Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye (PYK-S) Silêman Oso ji K24ê re got: “Dema devera ewle bê dirustkirin dê hêzên leşkerî yên din wek Pêşmerge û hêzên Nuxbe dê beşdar bin û dê hemû xelkê biparêzin, dê ne wek bi awayê îro be ku YPGê bi tenê hikûmê dike be. Herwiha şêwazê rêveberiyê jî dê bê guhartin û ENKS dê tê de aliyekî sereke be. Ev çareseriyên tên pêşkêşkirin dê bi rengekî nû bin. Tirkiye nabe derbas be, lê Amerîka dibêje ku divê Tirkiye jî dilniya be.”  

Piştî gefên Donald Trump ji aboriya Tirkiyê re, Lîreya Tirkiyê bi rêjeya 1.6 beramberî Dolar daketiye, tevî ku li ser zimanê Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi erênî li sepandina devereke aram dinere. Ev yek li cem hin çavdêran tê xwendin ku devera aram dê li gorî şert û mercên Tirkiyê be nemaze ku ji mêj ve Tirkiyê vê yekê dixwaze.