Xalên gumrikê yên di navbera Herêm û Iraqê de tên rakirin
Hikûmeta Iraqê ragihand, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gihîştine rêkeftinekê derbarê yekxistina sîstema gumrikê û hilweşandina xalên gumrikê di navbera her du aliyan de.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Iraqê ragihand, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gihîştine rêkeftinekê derbarê yekxistina sîstema gumrikê û hilweşandina xalên gumrikê di navbera her du aliyan de.
Wezareta Darayî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, biryar hat dayîn ku sîstema gumrikê li tevahiya deriyên sînorî werin yekxistin û û baç û risumatên gumrikê li hemû deriyên sînorên Iraqê û Herêma Kurdistanê bibin yek, herwiha hawirde û çalakiyên bazirganî rêk bixe.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, komîtê biryar daye tevahiya xalên çavdêrî û pêdaçûnê yên gumrikê yên niha di navbera Kerkûk û Silêmaniyî û yên di navbera Kerkûk û Hewlêrê de hene bêne hilweşandin.
Li gor daxuyaniyê, ev biryar di civîna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî û Wezîrê Darayî Dr.Fuad Hisên serokatiya civîna komîteya aborî û bi amedebûna Wezîrê Plandananê, Wezîrê Pîşesazî û Keştukal herwiha Parêzgarê Banka Navendî û Nûnerê Wezîrê Petrolê û Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî û hejmarek rawêjkar û rêveberên giştî de hatine derkirin.
Piştî vekirina riya Kerkûk û Hewlêrê di 19ê meha Tebaxa bûrî de, parêzgeha Kerkûkê xalên gumrikê li ser riyên herdu bajaran Hewlêr û Silêmaniyê yên diçin Kerkûkê danîn.
S. B