Serokwezîr: Kurdistan li pêkvejiyanê xwedî derdikeve
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşankir, ku Kurdistan xwedî li kultura pêkvejiyanê û toleransê xwedî derdikeve

K24 – navenda Nûçeyan
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşankir, ku Kurdistan xwedî li kultura pêkvejiyanê û toleransê xwedî derdikeve.
Serokwezîr pêşwaziya şand a Ortodoks-Suryanî ya navneteweyî û ji Mûsilê û Kurdistanê kir.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li paytext Hewlêrê ligel şand a mêvan bi Serokatiya – Patrikê Dêra Ortodoks a Rojhilata Navîn a Antakya ya Tirkiyê Moran Mor Ignatius ê 2em kir û anî ziman: Kurdistan parêzvaniya kultura pêkvejiyanê dike.
Nêçîrvan Barzanî herweha diyarkir ku, Kristiyanên ku bi egera şer penayê Kurdistanê bûn e, dinav civat û welatê Kurdistanê rastî xwedîderketinê hatin e. Kurdistan herweha dixwaze giringiyek zêdetir bide perwerdeya bi zimanê Suryanî.
Moran Mor Ignatius ji aliyê xwe ve, bi egera parastina hevwelatiyên Kristiyan, spasiyên xwe arasteyî gelê Kurdistanê, hukimeta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.
Destnîşankir ki, ku di demên zehmet de jî, Kurdistan xwedî li pêkvejiyanê derketiye.
C.B