Bi vîdyo.. Li Efrînê çekar bi hev ketin û kuştî û birîndar hene
Li bajarê Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket û di encamê de kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Navenda medyayî ya Efrînê girtevîdyoyek li ser rûpele xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, tê de diyar dibe ku çekdaran bixwe ev vîdyo girtine û diyar dibe, duhî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpeke ser bi Ehrar El- Şerqiye ve koçberên ji Xûtaya Şamê de derket û di encamê de kuştî û birîndar çê bûn.
Wê navendê da zanîn, şer di navbera her du aliyan di dikanekê de derket, ew dikan jî ya kesekî Efrînê ye û wî koçberê ji Xûtayê destê xwe danîbû ser.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî ku li taxa Mehmûdiyê çekdarên Ehrar El-Şeriyê êrîş birin ser dikaneke firotana çekan û di encamê de xwediyê wê dikanê ku kesekî ji Xûtaya Şamê hat kuştin û birayê wî jî hat birîndar kirin.
Îro li taxa Mehmûdiyê û li nêzîkî Diwara Newroz şer û pevçûn di navbera grûpa Ceyş El-Îslam û Ehrar El-Şeriyê derket û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Her li gor zanyariyên Rewangehê, duhî li taxa Vêlat jî çekdarên Ehrar El-Şeriyê bi kêran êrîş birin ser 3 koçberên ji Xûtayê û birîndar kiribûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, car caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derdikeve û metirsiyê dixe ser jiyana welatiyên Efrînê yên sivîl.
S. B