Îran: Du teqînan bajarê Zahîdan hejand

2 teqînan bajarê Zahîdan ê başûrê rojhelatê Îranê hejand

K24 – Navenda Nûçeyan

2 teqînan bajarê Zahîdan yê başûrê rojhelatê Îranê hejand.

Ajansên nûçeyan yên Îranê belav kirin e, îşev dengê du teqînên bihêz li nêzîkî binkeyek polîsên bajarê Zahîdan hatine bihîstin, û teqîn gelek bihêz bûye, ku şûşeyên xanî û otombêlên derdora cihê teqînê şikandiye.

Berpirsê Polîsên Zahîdan û Qaymeqamê wî bajarî di du daxwiyaniyên cuda de ragehandin e, ew teqîn bi bombên destçêkirî hatine encamdan, û ti ziyanên canî nebûn.

 

 

 

C.B