YNK daxwazekê arasteyî medyayê dike
Yekîtî daxwaz ji medyayê dike, xwe ji daxûyaniyên ne berpirsane û teşhîrkirina berpirsan dûr bigrin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtî daxwaza peydakirina zemînek dostane dike û daxwaz jî, ji medyayê dike, xwe ji daxûyaniyên ne berpirsane û teşhîrkirina berpirsan dûr bigrin.
Îro Politburo ya Yekîtî civiya. Piştî civînê jî, di daxûyaniyekê de amaje bi wê yekê kir, di civînê de danûstandinên pêkanîna hikûmet û pêwendyên di navbeyna aliyên siyasî de hatine gengeşe kirin. Daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir, xwe ji teşhîrkirina berpirsan û daxûyaniyên ne berpirsane dûr bigrin.
Di beşek din a wê daxûyaniyê de Yekîtî amaje bi wê yekê dike, tekezî li yekrêziya di navbeyna aliyên siyasî û yek helwestiyê de dikin, ji bo çarekirina pirsgirêkan û derbaskirina krîzan.
C.B