Mesrûr Barzanî pêşwaziya şand a Banka Navdewletî kir
Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandek Bank a Navdewletî bi Serokatiya Merze Hesen Rêvebirê cîbicîkar û ragirê civata bank a navdewletî civiya

K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandek Bank a Navdewletî bi Serokatiya Merze Hesen Rêvebirê cîbicîkar û ragirê civata bank a navdewletî civiya.
Di civînê de, dawî guhertin, rewşa aborî û gotûbêjên di navbeyna Hewlêr û Bexda de hatin gotûbêjkirin. Mesrûr Barzanî ji bilî ronîxistin a ser bicihbûn asayişê, wekî hêzek a geşekirina aborî, hewlên pêşdabirin û çaksaziyê, amaje bi şûnewar û bandorên şerê teroristan û krîzan liser pêşkeftina welat û jiyana welatiyan kir.
Di vî warî de, alîkariya Bank a Navdewletî bo herêma Kurdistanê di hemû aliyan de, bi pêdivî zanî. Ragihand, herêma Kurdistanê di pêşdebirina karayiya navendên hikumetê û dirustkirina derfetên zêdetir bo sermayedaran û weberhênerên biyanî bi armanca geşekirin û baştirkirina jiyana welatiyên herêma Kurdistanê di reforma îdarî, darayî û pêdaçûn bi rêkarên pêwendîdar, di van waran de dê berdewam be.
Ji aliyê xwe ve şand a Banka navdewletî amadeyiya xwe ji bo alîkarî û hemahengîya herêma Kurdistanê di warên darayî, rêvebirin, pêşdebirin û projeyên stratejî de nîşan da.
C.B