Sanders: Amerika kar liser parastina Kurd û Kristiyanan dike
Peyvdara Koçka Spî ragehand, Amerîka dê kar liser parastina Kurd û Krstiyanan li bakurê Sûriyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Koçka Spî ragehand, Amerîka dê kar liser parastina Kurd û Krstiyanan li bakurê Sûriyê bike.
Sarah Sanders Peyvdara Koçka Spî di hevpeyvînekê de ragihand, vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, wê bandoriyan liser Kristiyanan neke.
Bi gotina wê, Amerîka wê heta piştî vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, kar liser parastina Kurd û Krstiyanan li bakurê Sûriyê bike û ew di vê derbarê de bi Tirkiyê re jî axivîne.
Amerika di dema dawî de, bi awayek eşkere ji bo parastina Kurdan Û Kristiyanan helwêstê digre. Herî dawî Serokê Amerikayê Donald Trump ragihandibû: Ez ji Kurdan hez dikim. Em dê Kurdan biparêzin.
C.B