Rojnameyeke Erebî: Amerîka û Tirkiyê li ser “herêma ewle” lihev kirine

Jêderên dîplomasî yên rojavayî tekez dikin, Washington û Enqerê li ser hin perensîpên girêdayî bi “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê ji piştî vekişîna hêzên Amerîkî lihev kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderên dîplomasî yên rojavayî tekez dikin, Washington û Enqerê li ser hin perensîpên girêdayî bi “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê ji piştî vekişîna hêzên Amerîkî lihev kirine.

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di raportekê de belav kir, Amerîka û Tirkiye li ser avakirina herêma ewle li ser sînorê wî welatî û Sûriye-Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

Li gorî rêkeftina Amerîkî û Tirkî, navê wê herêmê “Herêma ewle ji bo parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê” hatiye lêkirin, kûrahiya wê herêmê dê derdora 32 K.M be û di wê herêmê de dê xalên Amerîkî nebin û çekê giran ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jê were standin.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, Tirkiye dixwaze 7 hezar şervanên YPGê ji wê herêmê derbixe û dê li cihê wan Pêşmergeyên Roj û çekdarên Ereb ên ser bi “Teyar El-Xed” bi serokatiya Ehmed El-Cerba bigirin.

Wê rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye, hîna hin xalên nakok di navbera Amerîka û Tirkiyê de mane, wek derbasbûna artêşa Tirkiyê û pirsa parasrtina Kurdan. Ji bo wan xalên nakok jî biryar e şandeke hikûmeta Tirkiyê roja 5 vê mehê serdana Amerîka bike û bi rayedarên Amerîkî re li ser çêkirina herêma ewle hevdîtin bike.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/63b2870f-8dd2-412d-ab1f-091ebbad516c/USA.ism/manifest
Fly Erbil Advertisment