Opozîsyona Sûriyê: Hêzên Pêşmerge û yên Nuxbe dê cih bigirin
Endamê şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya Teyar El-Xed “Şepêla Pêşeroj” a Sûriyê Qasim El-Xetîb ji K24ê aşkere kir, projeya vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya Teyar El-Xed “Şepêla Pêşeroj” a Sûriyê Qasim El-Xetîb ji K24ê aşkere kir, projeya vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê heye.
Qasim El-Xetîb ku Hêza El-Nuxbe ser bi partiya wî ve ye got: Hêzeke Leşkerî ji 8 hezar serbaz pêk tê ku ji rêjîma Sûriyê perçe bûne û li Herêma Kurdistanê ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê hatine rahênankirin heye. Herwiha hêza “Nuxba” li naxa xaka Sûriyê ne û ezmûna wê di şerê li dijî terorê li Reqa û Dêrazorê de heye. Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, em dixwazin ew hêz bi hevbeşî bibe altirnatîf û parastina deverê bike.
Amaje bi wê yekê kir, “Em daxwazin hemû hêzên biyanî yên derbasî Sûriyê bûne derkevin, çi hêzên hatine şer li dijî terorê kirine û çi hêzên ku rêjîma Sûriyê derbasî nava xaka Sûriyê kirine wek mîlîşyayên Iraqî û Îranî. Herwiha hemû ew serkirdeyên ji derveyî Sûriyê hatine rojhilatê Firatê em wan jî red dikin.”
Aşkere kir jî ji bo cibicîkirina wê projeyê, pêwendiyên wan bi Wezareta Derve û ya Berevaniyê yên Amerîka re hene û Amerîkiyan ji wan re tekez kirine ku dê biryara vekişandina hêzên Amerîkî li ser çend qonaxan bicih bibe û bernameya vegera Pêşmergeyên Roj heye.
Li ser çarenivîsa HSDê Qasim El-Xetîb got: “Şervanên di nava HSDê de xortên Kurd û yên Ereb ên Sûrî ne, emê hêlên pêwendiyê bi wan re vekin ku em bi hevbeş bin û li kêlek biryarên xwe yên Pêşmerge û Nuxbe bin û dê nûnerên wan jî di komîta destûrê de jî hebin. Herwiha emê tevlîhev bibin û bibin altinatîfa artêşa Sûriyê.”
Li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Sûriyê got: “Em naxwazin çi hêzeke biyanî li Sûriyê hebe. Em nahêlin hêzên biyanî derbas bibin û şerkî nû û komkujî çê bibe, lê heger hevkarî bi serkidatiya leşkerî ya Tirkiye û Amerîka li ser erdê hebe, em riya wê yekê didin.
S. B