Li 17 gundên Diyarbekirê derketin hat qedexekirin
Li 17 gundên Licê û Pasûrê yên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 17 gundên Licê û Pasûrê yên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, ji ber destpêkirina operasyoneke berfireh ya hember gerîlayên PKKê, li 17 gund û gelek deverên girêdayî navçeyên Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Parêzgariyê da zanîn, operasyon bi armanca têkbirina senger û depoyên gerîlayên PKKê ye û di demên dawî de li navçeyê liv û tevgerên wan zêde bûne û desnîşan kir qedexe heta fermaneke nû wê berdewam bike.
Li gor hin nûçeyên medya Tirkiyê, bi beşdariya tîmên taybet û veguhestina gelek otombêl û alavên leşkerî operasyon hatiye destpêkirin.
S. B