Termê Mîr Tehsîn Beg bi xakê hat spartin
Îro 5.2.2019an di rêwresmekê de termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li baxçeyê Koşka xwe li bajarokê Şêxan bi xakê hat spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro 5.2.2019an di rêwresmekê de termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li baxçeyê Koşka xwe li bajarokê Şêxan bi xakê hat spartin.
Rêwresmên bixakspartina axê a Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê li gor nerîta Êzidiyan birêve çû û tê de sirûdên olî yên Êzidî hatin xwendin.
Mîr Tehsîn Beg roja 28ê di temenê 86 saliyê de li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kiribû, duhî termê wî bi firokeyekê gihîştibû Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û li ser rasperdaya Serok Barzanî rêwresmek taybet û fermî bo pêşwazîkirin li termê Mîr Tehsîn Beg hat birêxistin.
Her duhî jî termê Mîr Tehsîn gihîşt devera Şêxan û Êzidiyên Kurdistan û çendîn welatên cîhanê pêşwazî li termê Mîr Tehsîn kirin û li ser Milan gihandin Koşka Mîr, ku biryar e îro jê bi xakê bê spartin.
Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan ragihand, heyama 7 rojan şînê bo Mîr Tehsîn Beg datîne.
Mîr Tehsîn Beg 15ê Tebaxa 1933an li baedrê ya ser bi qezaya Şêxanê jidayik bûbû. Piştî mirina bavê wî, di dawiya meha Tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de bûbû Mîrê Êzidiyan.
S. B