Pispor: Tirkiye nikare piştevaniya Amerîka ji Kurd re bixwîne
Kongreya Amerîkayê, biryarara Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê de bi rêya yaseyekê red kir. Piştî vê biryarê li Tirkiye ve mijar bû mijara sereke ya nîqaşê. Li gorî pisporan wê Tirkiye li hember vê biryarê bi îhtiyad tevbigere û heta eger e bi awayekî erênî jî binirxîne.
K24 – Stenbol
Kongreya Amerîkayê, biryarara Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê de bi rêya yaseyekê red kir. Piştî vê biryarê li Tirkiye ve mijar bû mijara sereke ya nîqaşê. Li gorî pisporan wê Tirkiye li hember vê biryarê bi îhtiyad tevbigere û heta eger e bi awayekî erênî jî binirxîne.
Reaksiyonên derbarê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump de ya vekişîna ji Sûriyê berdewam dikin. Kongreya Amerîkayê bi rêya yasayeke ku pejirand, li dijî wê biryara Trump derket û biryara vekişîna Trump ya ji nava Sûriyê red kir. Gelo wê Tirkiye vê biryara kongreyê çawa binirxîne reaksiyonbeke çawa nişan bide? Bi boçûna pisporê Rojhilata Navîn Omer Odemîş piştî sepanên CIA û Pentagonê kongreya Amerîkayê biryareke bi vî rengî ragirtiye û Tirkiye jî wê bi şêweyeki îhtiyad nêzîkî wê biryarê bibe û heta dibe ku biryarê bi awayekî erênî jî binirxîne.
Pisporê rojhilata Navîn Omer Odemîş ji K24ê re got: "Tirkiye li beramberî vê biryara kongreyê wê bi awayekî îhtiyad tevbigere. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Amerîka bi şêweyekî koordîne ji nava Sûriyê vekişe. Yanî Tirkiye dibêje, em ê li wan deveran bi cih bibin. Amerîka jî ji roja roj de vê yekê qebûl nake. Dema vekişîneke ne li gor dile Tirkiyê pêk bê, hingî dibe ku Tirkiye jî wek kongreya Amerîkayê bifikire û nexwaze Amerîka ji Sûriyê vekişe. Tirkiye naxwaze ku ne Rûsya ne jî Sûriye li wan deveran bi cih bibe. Ji ber ku dizane eger vekişîneke bê konrol pêk bê, wê bi şûnde nekarî hêzên din ên li qadê kontrol bike."
Li gorî pisporê Pisporê Peywendiyên Navdewletî Dunya Başol jî, li dijî biryara Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê, mekanîzmaya dewleta Amerîkayê digel, rêveberiya herî jor, brokratên navîn û raya giştî ketiye dewreyê. Heta di meseleya hêzên Kurd ên rojava de komarparêz û demokratên li Amerîkayê jî bûne yek û li dijî Trump radibin. Tirkiye jî vê biryara kongreyê wek biryareke polîtîk dinrxîne, di vê de şaş difikire ew biryar di heman demê de nîşaneya zêdebûna sempatiyeke hestiyarî ye li tevahiya Amerîkayê bo Kurdan.
Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Dunya Başol dibêje: "Ne tenê hikûmeta Amerîkayê raya giştî ya Amerîkayê jî îcar li pişta Kurdan e, Tirkiye jî vê yekê nabîne û nikare bixwîne. Meseleya li Rojava ne tenê meseleyeke polîtîk e di heman demê de jeopolîtîk û hestiyariye jî. Ev çend sal in hêzên Kurd û Amerîkayê mil dane hev û li dişî DAIŞê şer dikin. Vê yekê li Amerîkayê rê li ber sempatiyeke mezin vekiriye. Ji biryara Kongreya Amerîkayê jî diyar dibe ku herkes li cem pêkhateya li rojava cih digire, ji tebeqeya herî jor ya Amerîkayê û ya navîn yanî brokratan û heta bi civakê. Ji loma Tirkiye nikare vê sempatiya Amerîkayê zû bi zû bişkîne."
Kongreya Amerîkayê li beramberî 23 dengan bi 68 dengan yaseyeke li dijî biryara Trump ya vekişîna ji Efxanîstan û Sûriyê pejirandibû. Ev rûdan wek serhildana komarparêzên di nava partiya Trump de tê nirxandin. Li gorî pisporan jî her çiqas biryara kongreyê ne xwedî wê hêzê be ku biryara Trump bigûherîne jî ji aliyê sembolîk ve di siyaseta Amerîkayê de li dijî polîtîkaya derve ya Trump wek medan xwendinekê tê şîrovekirin.