Îran: Li Ewrûpa ji derveyî Tirkiye, tu welat petrolê ji me nakire

Ligor medya Tirkiye, Wezîrê Neftê yê Komara Islamî ya Îranê Bijen Zengene, destnîşan kiriye ku: “Piştî dorpêçên Amerika beramberî Îranê, dinav welatên Ewrûpa de tenê Tirkiye neftê ji me dikire”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor medya Tirkiye, Wezîrê Neftê yê Komara Islamî ya Îranê Bijen Zengene, destnîşan kiriye ku: “Piştî dorpêçên Amerika beramberî Îranê, dinav welatên Ewrûpa de tenê Tirkiye neftê ji me dikire”. Medya Tirkiye nûçeya xwe disepîne Ajansa Nûçeyî ya Xwendevanên Îranê (ISNA).

Zengene herweha aniye ziman: “Ji derveyî Tirkiye tu welat li Ewrûpa neftê ji me nakire. Yunanistan û Italya ji dorpêça Amerika hatine berteref kirin, lê ew welat jî neftê ji Îranê nakirin. Gava me pêwendî ligel wan danî, bersîva me jî nedan”.

Zengene diyar kiriye, ku meha berê Iraqê biqasî 200 milyon dolaran gaz a sirûştî ji Îranê kiriye, lê pereyên xwe nadn e. Derdoran 2 milyar dolaran deynên Îranê li Iraqê hene.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment