Trump: Welatên mezin şerê bêdawî nakin
Serokê Amerîka Donald Trump gotara Yekbûna Niştimanî li Washingtonê li pêş Kongressa welatê xwe pêşkêş kir û tekezî li ser vekişandina ji Efganistan û Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump gotara Yekbûna Niştimanî li Washingtonê li pêş Kongressa welatê xwe pêşkêş kir û tekezî li ser vekişandina ji Efganistan û Sûriyê kir.
Trump di gotara xwe de amaje bi têçûna darayî ya welatê xwe li Rojhilata Navîn kir û ragihand, zêdetir ji 7 Tirlyon Dolar li Rojhilata Navîn hatine xerckirin. Got jî: “Dema ez kanîdîdê Serokatiyê bûm, min soza beyrewkirina siyaseteke nû dabû. Welatên mezin şerê bêdawî nakin.”
Herwiha got: “Leşkerên me 19 sal in li Rojhilata Navîn şer dikin, bi taybet li Efganistan û Iraqê û nêzîkî 7 hezar qehreman me jidest dan û zêdetir ji 52 hezar leşkerên din birîndar bûn.”
Trump derbarê jinavirina DAIŞê de ragihand, ji dema ew hatiye koşka Spî, zêdetir ji 20 hezar Mile çargoşe ji xaka Sûriye û Iraqê di destê DAIŞê de bû, lê niha piraniya wan navçeyan ji destê wan “xwînmijan” hatine rizgarkirin.
Got jî: Niha bi hevpeymanan re di hevahengiyê de ne ji bo jinavberina temam a DAIŞê û dema wê hatiye leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin.
Li ser Îranê, Serokê Amerîka got, welatê wî çavê xwe ji rêjîma bang li “mirin ji Amerîka re” dike û gefa qirkirina Îsraîlê dixwe, nagire. Trump diyar kir, reveberiya wî rênimayên guncaw ji bo rûbirûbûna Îranê wergirtine.
S. B