Pompeo: Armanca me dîtina çareyekê ji Sûriye re û derxistina Hêzên Îranê ye

Pompeo: Armanca wan, jinavbirina DAÎŞê, dîtina çareyek siyasî ji krîza Sûriyê re, ligor biryarên Neteweyên Yekgirtî û derxistina Hêzên Îranî ji wî welatî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka radighîne, teqîna Minbic mayîna DAÎŞê li Sûriyê piştrast dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di civîna Wezîrên Derve yê welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê, ku li Waşingtonê birêve diçe ragihand, tevî biryara vekşandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, lê siyaseta wan li wî welatî nehatiye guhertin û armanca wan jî, jinavbirina DAÎŞê, dîtina çareyek siyasî ji krîza Sûriyê re, ligor biryarên Neteweyên Yekgirtî û derxistina Hêzên Îranî ji wî welatî ye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment