Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin

Endamê Firaksiyona Birayetî di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen ji K24ê re ragihand, Sekreterê Serokatiya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê em agahdar kirin ku civîna îro ya encûmenê bo demeke nediyar hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ji ber nehatina YNKê civîn hat paşxistin. Ji ber ku YNKê dixwast cihê civîn ne li Hewlêrê be û ew civîn li navçeya Qerehencîre ya ser bi Kerkûkê ve encam bide û di civînê de deng li ser kandîdê wê were dayîn, civîn hat paşxistin.

Biryar bû îro hevdem ligel civîna parlementoya Kurdistanê, civîna encumena parêzgeha Kerkûkê jî li Hewlêrê were lidarxistin.

S. B

Fly Erbil Advertisment