K24 dîmenên devera dawî ya di destê DAIŞ de belav dike
Kurdistan 24 dîmenên devera dawî ya di destê çekdarên DAIŞê de li Dêrazorê belav dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdistan 24 dîmenên devera dawî ya di destê çekdarên DAIŞê de li Dêrazorê belav dike.
Hêzên Hevpeymanan û HSD liser erdê û ji asmanan çavdêrîya wan çekdaran dikin, ku di wê pêgeha dawî de hatine dorpêçkirin.
Ev demek e HSD dawî Operasyona hemberî DAIŞ destpê kirin e. Di proseya Operasyonê de DAIŞ çendîn çalakiyên dijber nîşan dan. Lê, ew derfet niha bi tevayî ji destê DAIŞ derketiye û ber bi têkçûnê ve diçe.
C.B