YE: Desteya Serokatiya Parlemen nîşana demokrasiya Kurdistanê ye
Yekîtiya Ewrûpa bi hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hebûna jinê dinav Desteya Serokatiyê de kêfxweş e û bi nîşana demokrasiya herêma Kurdistanê dizane

K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewrûpa bi hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hebûna jinê dinav Desteya Serokatiyê de kêfxweş e û bi nîşana demokrasiya herêma Kurdistanê dizane.
Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewrûpa li herêma Kurdistanê Clarisse Pasztory seredana Parlamentoya Kurdistanê kir û digel Seroka Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd û Cîgirên Yekem û Dûyem ên Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî û Muna Qehwecî civiya. Clarisse Pasztory pîrozbahî û kêfxweşiya xwe bi karakirina Parlamentoyê û hebûna jinê li wan postên serkirdayetî yên herêma Kurdistanê derbirî û ragihand, ew kêfxweş in ku dibînin, Parlamentoya Kurdistanê kara ye û Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatiye hilbijartin û ji niha ve dest bi danîna Komîteyên Parlamentoyê û hebûna jinê di Serokatiya wê de giring e û nîşana wekhevî û demokrasiya herêma Kurdistanê ye.
Tekez jî kir, ewê li ezmûnê demokrasiya herêma Kurdistanê piştevan û alîkarbin û dê piştevaniya hemû rêkarên demokrasiyane bikin, ji bo îdarekirina herêmê û xizmeta zêdetir a xelkê û encamdan a çaksaziyên giştgîr, û ji bo vê mebestê jî, digel Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta herêma Kurdistanê liser xetê dibin.
C.B