PAK û PDK-Bakur li Êlihê Nemir Mela Mustafa Barzanî bibîr anî

Nemir Mela Mustafa Barzanî, di salvegera 40'emîn a dilovaniya xwe de li Êliha Bakûrê Kurdistanê jî hat bibîranîn.

 

K24 – Êlih

Nemir Mela Mustafa Barzanî, di salvegera 40'emîn a dilovaniya xwe de li Êliha Bakûrê Kurdistanê jî hat bibîranîn. Bernameya bibîranînê ji aliyê rêxistiya Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur ve hat lidarxistin. Siyasetmedar û nivîskarên ku li hev civiyan; qala zor û zehmetiyên têkoşîna  Nemir Barzanî kir û da zanîn ku bi milyonan kes hene; lêkolîna jiyana Barzanî dikin û dixwazin wî nas bikin, ji şîretên wî sûdê werbigirin.

Di salvegera 40'an a dilovaniya Nemir Mela Mustafa Barzanî de li Êlihê bernameyeke bibîranînê hat lidarxistin. Bername ji aliyê Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur ve hat lidarxistin û ji bo beşdaran, qala jiyana Nemir Barzanî hat kirin. Siyasetmedar Derwêşê Sado got; ji ber ku Mela Mustafa Barzanî 60 salan çek û rextên xwe li ser pişta xwe gerand, loma îro Herêma Kurdistanê heye.

Siyasetmedar Derwêşê Sado ji K24ê re got: "Ji bo her miletekî ji her sedsalekê carek, Xweda mirovekî dişîne. Ji bo Gelê Kurd jî di sedsala 20'an de Xweda Serokê ruhê neteweyî, bavê miletê Kurd, Mela Mustafa Barzanî, ji bo Gelê Kurd Şand. Mustafa Barzanî ji bo Gelê Kurd her tişt e. Hem babê ruhê neteweyî yê Kurdan e, hem medreseya Kurdistanê ye."

Nivîskar Îbrahîm Guçlu jî tevlî bernameya bibîranîna Nemir Mela Mustafa Barzanî bû. Guçlu jî got; Barzanî fermandarê Kurd ê efsanewî ye û jiyana xwe ji bo serxwebûna Kurdan feda kiriye.

Nivîskar Îbrahîm Guçlu ji K24ê re jî wiha axivî: "Li 4 aliyên cîhanê, li hemû parçeyên Kurdistanê bibîranîna Serokê Neteweyî Mustafa Barzanî civîn çêdibin. Bi milyonan mirov peyaman dişînin, li ser jiyana wî lêkolîn tên kirin, dixwazinn wî nas bikin, bidin naskirin."

Siyasetmedar û nivîskarên ku tevlî bernameya bibîranînê bûn; di axaftinên xwe de da zanîn ku Nemir Mela Mustafa Barzanî ji ber têkoşîna xwe ya serxwebûnê, di nav hemû Kurdên cîhanê de bi rêzdarî tê bibîranîn û şopandina siyaseta wî, dê her dem ji bo Kurdan destkeftiyan bîne.

 

Fly Erbil Advertisment