Li Mûşê partiyên Tirk li dijî HDP bûn yek

Li Bakurê Kurdistan Bajarê Muşê, Hevpeymaniya Cumhûr û ya Millet, li dijî HDPê bi yêk namzedî beşdarî hilbijartinan dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Muşê, Hevpeymaniya Cumhûr û ya Millet, li dijî HDPê bi yêk namzedî beşdarî hilbijartinan dibin.

Bajarê Mûşê, ku piraniya dengdêran yên HDPê ne, ji bo ku HDP sernekeve, namzedên du partiyên parlamenê xwe vekêşan.

Di destpêka bangêşeya hilbijartinê de, Iyi Partiyê namzedê xwe vekêşa û diyarkir,  wê harikariya namzedê AKPê bike. Paşê CHPê jî namzedê xwe yê bajarê Muşê betal kir.

Namzetê HDPê Sirri Sakik bi daxûyaniyekê got: Li Bajarê Muşê, Hevpeymaniyên Cumhur û Millet, bi yêk namzed dikevin hilbijartinan.

Sakık got: karmendên liser sindoqan hatine erkdar kirin jî, xizmên namzetên AKPê ne.

   

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment