Perwîn Buldan: Ewên Peykerê Ehmedê Xanî şkandin, nikarin nûnertiya we bikin

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li Bazîdê axift û got: Ew qeyyumên Peykerê Ehmedê Xanî dane şkandin, wê nikaribin nûnertiya we bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/34101f8b-c75e-4aa5-971e-607a82a28674/031719CSW.ism/manifest

K24- Hewlêr

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li Bazîdê axift û got: Ew qeyyumên Peykerê Ehmedê Xanî dane şkandin, wê nikaribin nûnertiya we bike.  

Perwîn Buldan li Bazida Bakurê Kurdistanê ji gel re axift û got: Sîyaseta Qeyyuman, bes tundî, nîjadperesti, zulım bi xwe re aniye.

Buldan da zanîn: Çawa Ev qeyyumene hatin ser kar, yêkem karê wan jiholêrakirina nirxên Kurdan bû.

Hevseroka HDPê got: Me bi şanazî ve, Peykerê Filozofê Kurd Ehmedê Xanî çêkiri bû, lê ew hatin ser, destpêkê peykerê Xanî Ruxandin û Parka bi nave wî xerap kirin.

Perwîn Buldan diyarkir: Di projeyên wan de, dîsa baştir û mezintir dê peykerê Ehmedê xanî çêbikin û xizmetek baştir bo welatiyan dursit bikin.

Fly Erbil Advertisment