Amerîka: Bi HSDê re bo nehîştina gefên terorê berdewam dibin
Piştî jinavbirina DAIŞê di Sûriyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ewê dest bi qonaxeke nû ji şerê terorê bikin, berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî jî eşkere dikin ku ewê di piştevaniya HSDê de berdewam bin.
K24 – Qamişlo
Piştî jinavbirina DAIŞê di Sûriyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ewê dest bi qonaxeke nû ji şerê terorê bikin, berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî jî eşkere dikin ku ewê di piştevaniya HSDê de berdewam bin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî têkbirina DAIŞê li dawî pêgehên wê li Sûriyê ragihand û pê re qonaxeke sereke ji têkbirina terorê di Sûriyê de hate bidawîkirin. Lê li gorî fermandarên HSDê şerê li dijî terorê bidawî nebûye û di qonaxa nû de dê bi awayekî din li hember terorê şer bikin. Tekez dikin jî, qonaxa nû careke din dê bi hevrêziya bi hêzên Hevpeymana Navdewletî re be. Serkirdeyên HSDê didin zanîn jî ku DAIŞ bi awayekî leşkerî hatiye jinavbirin, lê ta nuha şanên nivistî di deverên rojhilatê Feratê de hene nemaze li gundewarên Dêrazorê.
fermandarê operasyona Bahoza Cezîrê Çiya Kobanê ji K24ê re got: “Em nasekinin, ji ber ku hîna li deverê gelek şanên nivistî hene û emê li ser wan şanên nivistî kar bikin û herêmê pak û ewle bikin. Em ne bi tenê, belkû bi hêzên hevpeymana re emê vê hilmetê bikin.”
Di rêwresma ragihandina têkbirina DAIŞê de nûnerê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî William Robak eşkere kir, ewê di piştevaniya HSDê de berdewam bin û tekez dike ku li ser daxwaza serokê Amerîka Donald Trump ewê hêzên xwe di Sûriyê de bihêlin. Bal kişand jî kişand ser rola HSDê di têkbirina DAIŞê de û got ku pêwîst e cîhan vê yekê bi bîr bîne.
Şanderê Wezareta Derve ya Amerîka li Bakurê Sûriyê William Robak ji K24ê re got: “Me ji destê amaje bi wê da, ku ev dawiya meydanî ya DAIŞê ye, lê hîna gelek kar maye bê kirin. Şanaziyê bi rola HSDê dikin û dizanin ku gelek qurbanî di şerê li dijî DAIŞê de daye, bi wê re jî dixwazin bi hevpeymanên xwe re berdewam bin ji bo nehîştina her gefeke terorê li navçê.”
Bi kontrolkirina gundê Baxozê, DAIŞ bi temamî ji Sûriyê hate jinavbirin û di gel berdewamiya hebûna hêzên navdewletî di Sûriyê de, HSD eşkere dike ku şerê li dijî terorê bidawî nebûye û dê di pakirina deverê de berdewam bin ta xelk vegerin ser mal û milkên xwe.