DAIŞ li Kelarê êrîşî welatiyan kir.. 2 kes hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê rêbendek li ser riya giştî ya di navbera Kelar û nahiya Serqela de danî û daxwaza nasnameyên welatiyan kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kelarê li başûrê Silêmaniyê, grûpeke çekdarên DAIŞê li hejmarek otomobîlên welatiyan li welatiyan birîn û 2 kes kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Kelarê da zanîn, çekdarên DAIŞê duh êvarê, rêbendek li ser riya giştî ya di navbera Kelar û nahiya Serqela de danî û rê li otomobîlan birîn û daxwaza nasnameyên welatiyan kirin.

Peyamnêrê diyar kir, wê grûpa çekdar gule bi ser otomobîlekê de reşandin û di encamê de 2 welatî hatin kuştin û kesekî birîndar bû.

Destnîşan kir jî, termê her du welatiyên kuştî û kesê birîndar ji bo nexweşxaneya Xalid Germiyanî ya Kelarê hatin veguhastin.

Bajarê Kelarê ser bi îdareya Germiyanê ya Herêma Kurdistanê ve ye û li ber çemê Sîrwanê ye. Zêdetir ji 250 hezar kes lê dijîn.