Parlementoya Ingilistanê rêkeftina Brexit carek din red kir
Parlementoya Ingilistanê rêkeftina Brexit ji bo cara sêyem din red kir. Liser vê yekê Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa Donald Tusk bangewaziya civîna serkirdayetî ya Yekîtiya Ewrûpa di 10ê Nîsanê de kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementoya Ingilistanê rêkeftina Brexit ji bo cara sêyem din red kir. Liser vê yekê Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa Donald Tusk bangewaziya civîna serkirdayetî ya Yekîtiya Ewrûpa di 10ê Nîsanê de kir.
Di accounta a xwe ya twitterê de Tusk ragihand: “Bi egera redkirina rêkeftina Brexit ji aliyê Parlementoya Ingilistanê ve bo cara sêyem, min bangewaziya civîna bilind a serkirdayetî ya Yekîtiya Ewrûpa kir”.
Redkirina rêkeftina Brexit bo cara sêyem, wekî nîşaneyek dijî siyaseta Serokwezîra Ingilistanê Theresa May tê nîşandan, ku ev biryara Parlementoya Ingilistanê dikare dawiyê li Serokwezîriya May bîn e.
C.B