Ehmed Turk bersiva Erdogan dide

Namzetê HDP yê bajarê Merdînê Ehmed Turk bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û got: Tekoşîna wan a 40 salan gelek zordar ji desthilatdariyê xistine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê HDP yê bajarê Merdînê Ehmed Turk bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û got: Tekoşîna wan a 40 salan gelek zordar ji desthilatdariyê xistine.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk li hemberi gotinên Erdogan yên wek: Ew têkelî terorê bûye û ewê qeyum danîn şûna wî" bersiv da û wiha got: Em namzetê gelê Kurd in, me çekên xwe li ber kêsî natewînîn.

Ehmed Turk dibêje: Ev 40 Sal in ew ji bo gelê Kurd di nav tekoşînê de ne, tekoşîna wan jî gelek zalim ji desthilatdariyê xistine.

Namzetê Şaredariya Mêrdinê da zanîn jî: Ew guh nadin gotinên erzan, li hemberî zordariyê ewê ala aştî, azadî û biratiyê bilindtir bikin.

Serokê AKPê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû: Ehmed Turk têkeliya  terorê bûye û ewê qeyum danin şûna wî.

 

S. b 

Fly Erbil Advertisment