Parlemantoya Kurdistanê bo aktîvkirin û serratkirina yasaya Serokatiya Herêmê dicive

Parlemantoya Kurdistanê îro ji bo xwendina yekem a serrastkirina yasaya dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Kurdistanê îro ji bo xwendina yekem a serrastkirina yasaya dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive.

Li gor nivîseke Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd, ji tevahiya parlemantoya tê xwastin ku îro di civîna asayî ya hejmar 15:00 de amade bin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, biryar e îro demijimêr 15:00 Parlemantoya Kurdistanê ji bo xwendina yekem a serrastkirin û aktîvkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdstanê bicive.

Da zanîn jî, piraniya firaksiyonên Parlemantoyê beşdarî civînê dibin, lê ta niha firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwe yekalî nekiriye beşdarî civînê bibe yan na.

Serokê Komîta Yasayî ya Parlemantoya Kurdistanê Bijar Koçer ji K24ê re ragihand, di vê civînê de yek xal hatiye diyarkirin ew jî xwendina yekem a pêşniyaza yasayî ya girêdayî bi pirsa aktîvkirin dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û dê hin movik jî tên serrastkirin, ta dema pesendkirina destûrê.

Da zanîn, xala ku hewl didin serrast bikin, mîkanîzma hilbijartina Serokê Herêmê ye, ku ji bo vê xulê Serokê Herêma Kurdistanê di nava Parlemantoyê ve bê hilbijartin.

68 parlemanteran pêşniyaza projeyasaya serrastkirina Serokatiya Herêmê xistibû ber dest Serokatiya Parlemantoya Herêma Kurdistanê, ji bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê heta pesenkirina destûrê bê aktîvkirin û ew projeyasaya bikeve karnameya Parlemantoyê û guftûgo li ser bê kirin û pesendkirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment