Komîta Yasayî ya Parlemantoyê aktîvkirina Serokatiya Herêmê guftûgo dike

Îro Komîta Yasayî ya Parlemantoya Kurdistanê ji bo amadekirina raportekê li ser pêşniyaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Komîta Yasayî ya Parlemantoya Kurdistanê ji bo amadekirina raportekê li ser pêşniyaza aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive.

Piştî ku duhî Parlemantoya Kurdistanê civiya û xwendina yekem ji pêşniyaza aktîvkirina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê û serrastkirina awayê hilbijartina Serok kir, ew pêşniyaz bo Komîta Yasayî ya Parlemantoyê hat arastekirin.

Îro jî biryar e Komîta Yasayî ya Parlemantoya Kurdistanê bicive, ji bo amadekirina raportê li ser wê projepêşniyazê, ji bo Parlemanto xwendina duyemê jê re bike.

Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku duhî beşdarî civîna Parlemantoyê nebû ragihand, heger daxwazên wan bêne bicihkirin ewê beşdarî civîna Komîta Yasayî ya Parlemantoyê bibin.

Ji aliyê xwe ve, Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, ew dixwazin komdengiyeke niştimanî dirust bikin û daxwaz ji tevahiya firaksiyonan kir, daxwazên xwe bidin Komîta Yasayî ji bo bêne bicihkirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment