Yasaya Serokatiya Herêmê piştî xwendina sêyemîn tê pesendkirin
Biryar bû îro Parlemantoya Kurdistanê biciviya û xwendina duyem ji yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê re bikira, lê civîn ji bo sibe hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar bû îro Parlemantoya Kurdistanê biciviya û xwendina duyem ji yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê re bikira, lê civîn ji bo sibe hat paşxistin.
Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw ragihand, di civîna Parlemantoyê de xwendina duyem ji bo serrastkirina yasaya dezgeha Serokatiya Herêmê tê kirin, di rojên bê de xwendina sêyemîn tê kirin û piştî guftûgoya dawiyê li ser bê kirin, dê bikeve ber dengdanê.
Derbarê beşdariya aliyan di wê proseyê de Omêd Xoşnaw diyar kir, pêwîst e nerîna hemû aliyan di çarçova riyên dirust re li ser wê proseyê hebe, ta niha jî tenê Firaksiyona YNKê biryara beşdariyê nedaye.
Aşkere kir jî, ew desthilatên Serokê Herêmê yên pêştir bi ser dezgehên destûrî yên Herêmê ve hatibûn dabeşkirin, careke din vedigere nava wê yasayê.
Serokê Firaksiyona PDKê da zanîn jî, Heta dema Herêma Kurdistanê dibe xwedî destûr, Serokê Herêma Kurdistanê dê ji nava Parlemantoyê ve bê hilbijartin.
Berî çend rojan pêşniyaza serrastkirina yasayê bi îmzeya 68 parlemanteran ji Serokatiya Parlemantoyê re hatibû pêşkêşkirin û roja 30î Adara bûrî xwendina yekem jê re kiribû.
S. B