YNK: PDK û YNKê ji bo pêkanîna hikûmeta nû di qonaxeke pêşkeftî de ne

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ji K24 re ragihand, PDK û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di qonaxek pêşkeftî de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ji K24 re ragihand, PDK û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di qonaxeke pêşkeftî de ne.

Seidî Pîre behsa pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl kir û ragihand, “Duhî civîna Polîtburoya YNKê hebû û piştre pêwendiyeke telefonî di navbera Birêz Kak Mesûd Barzanî û Kak Kusret hebû, di wê pêwendiya telefonî de daxwazeke YNKê hebû û ew jî ji aliyê Kak Mesûd ve cihê razemendiya destpêkî bû û li ser wê bingehê jî Firaksiyona YNKê beşdarî civîna Parlemantoyê ya taybet bi yasaya Serokatiya Herêmê bû.”

Herwiha got: Çavê partiya wan ne li vegera pirsa 50 bi 50 ye û ew dem derbas bûye û YNKê daxwaza wê jî nekiriye, lê nabe jî temaşevan be û divê wek hevbeşekî dilniyabûn jê re were dayîn.

Li ser rêkeftina 5ê Sibata bûrî ya di navbera PDK û YNKê de, Seidî Pîre da zanîn, ew rêkeftin derbarê hêlên giştî bû.

Derbarê rewşa Kerkûkê de, ku pirseke girîng a di navbera PDK û YNKê de ye, Seidî Pîre got: Pêwîst e rewşa asayî vegere, hêzên leşkerî, ewlekarî û Heşda Şeibî derkevin û polîs pirsa ewlehiyê birêve bibin.

Li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pîre diyar kir, hewlên wan berdewam in û ta niha piraniya aliyan bi temamî ji hev nêzîk bûne û tê pêşbînîkirin di demeke nêzîk de PDK Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû bike kandîd û li Parlemantoyê erkê pêkanîna kabîneya nehemîn pê were spartin.

 

S. B