Lêpirsîn hemberî hevşaredarên Diyarbekrê
Derbarê hevşaredarên nû yên Diyarbekirê de lêpirsîn hat vekirin...

K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê hevşaredarên nû yên Diyarbekirê de lêpirsîn hat vekirin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de, Adnan Selçuk Mizraklî û Hulya Alokmen, bi radeya ji sedî şêstî zêdetir wek hevşaredarên nû yên Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê hatin hilbijartin.
Duhî bi serpereştiya Edan Selçuk Mizraklî li avahiya Şaxa Diyarbekirê ya HDPê bi beşdariya Hulya Alokmen û Parlamenter Berdan Ozturk û şaredarên navçeyên civînek hat encamdan.
Li gor agahiyan, Serdozgeriya Diyarbekirê, derbarê Hevşaredarên Nû yên Diyarbekirê û şaredarên navçeyên ku beşdarî civînê bûn e, bi tometa bangeşeya rêxistina terorê lêpirsîn vekir.
Hevşaredarên Berê yên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anlî hatibûn girtin û şûna wan qeyum hatibûn danîn. Kişanak hê jî di zîndanê de ye.
C.B