Efrîn.. Navçeya Şiyê ji ber zordariya grûpa Emşat dinale

Grûpa çekdar Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê û gundên wê tawanên gelekî xirap bi mafê welatiyan dike, ji bilî revandin û spandina bacên giran li ser welatiyan, bi darê zorê jî welatiyan dibe mizgeftan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpa çekdar Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê û gundên wê tawanên gelekî xirap bi mafê welatiyan dike, ji bilî revandina welatiyan û eşkencedana wan û spandina bacên giran li ser welatiyan, bi darê zorê jî welatiyan dibe mizgeftan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, serkirdeyên grûpa Emşat Mihemed Casim yê bi navê (Ebû Emşê) tê naskirin zorê li endamên Encûmena Xwecihî ya Şiyê û muxtarên 4 gundan dike ku biçin mizgefê û nimêjê bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, roja 2ê vê mehê heman grûpê muxtar û welatiyên gundê Hec Bilêl ya ser bi Şiyê ve li nava gund kom kirin û eşkence kirin û baca hezar Dolar ta 3 hezar Dolar li ser her maleke gund spand.

Grûpa Emaşt ku destê daniye ser navçe û gundên Şiyê, ji destpêka dagîrkirin Efrînê di 18ê Adara 2018an ve rojane kiryarên revandin û eşkencedana welatiyan, dizî û talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û sepandina bacên giran li welatiyên wê navçeyê dike. Herwiha roja 12ê Hezîrana 2018an de Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê Ehmed Şêxo di bin eşkenceyê de kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li bajarê Efrînê jî, grûpa Ceyş El-Şerqiyê dest danî ser 3 dikan û mala Ednan Feyo û dê koçberên Ereb tê de bicih bike. Da zanîn jî Ednan Feyo bixwe li Helebê ye û kurê wî û malbata xwe ve di wê malê de rûniştine.

Ragihand jî, Polîsa Leşkerî bo cara duyem di heyama hefteyekê de Rêvebirê Dibistana Silêman El Helebî ya Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê mamoste Reşîd Şaban revand.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment