Parlementoya Kurdistanê sibe dicive
Sibe Parlamentoya Kurdistanê deng liser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dide

K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe Parlamentoya Kurdistanê deng liser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dide. Fraksiyona Yekîtî jî, li hêviya biryara Partiya xwe ye.
Parlamenterek Partî eşkere dike, eger rêkeftina Partî û Yekîtî bê îmze kirin an jî na, civîna Parlamentoyê nayê paşxistin. Fraksiyona Yekîtî jî dibêje, ew dê beşdariyê civîna bikin û li hêviya îmzekirina rêkeftina digel Partî ne.
Ev yek di demekê de ye, ku Parlamenter ji bo beşdarîkirin di civîna dengdanê liser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine vexwendin.
C.B