Grûbên çekdar li Efrînê welatiyên sivîl direvînin
Grûbên çekdar yên li Efrînê zêdetirî 34 welatiyên sivîl revandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûbên çekdar yên li Efrînê zêdetirî 34 welatiyên sivîl revandin.
Malperek ku bûyerên Efrînê dişopîn e, belavkiriye, çekdarên Grûba Sultan Murad zêdetirî ji 20 welatiyên Kurd ji gundê Dêr Sewan ê bi ser bajarokê Şera ve revandin e û cihê mabûna wan ne diyar e. Herweha hatiye belavkirin, ku komeke çekdar li bajarokê Raco berî 4 rojan 14 welatiyên Kurd revandin û li beramberî berdana wan, daxwaza gûjmek pere kirin e .
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkiye û grûbên çekdar biser ve, gelek kiryarên binpêkirinên mafên mirovî rû didin.
C.B