Serokwezîr pêşwaziya Şaredara Parîsê kir
Serokwezîrê Hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şaredara Parîsê Anne Hidalgo û şanda pê re kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, ku bi seredanek fermî li Kurdistanê ye, spasiyên xwe arasteyî hukimeta herêma Kurdistanê kir, ku destî alîkariyê gihandiye hejmarek zêde ya penaberan û amadeyiya xwe ji bo hevkariya Hewlêrê û bajarên din ên Kurdistanê diyar kir.
Serokwezîrê Hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şaredara Parîsê Anne Hidalgo û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa penaberan li Kurdistanê û Iraqê hate nirxandin û liser hevkariya Parîsê û bajarên Kurd hate rawestandin.
Hidalgo dilxweşiya xwe ya seredana Kurdistanê anî ziman û diyarkir, amade ne destê alîkariyê bigihînin Hewlêr û bajarên din ên herêma Kurdistanê.
Şaredara Parîsê destnîşankir, Parîs dixwaze di warên kultur, hatinûçûn, rewşa jêrxaneyî û babetên jîngehê de destê hevkariyê bigihîne bajarên Kurdistanê û spasiyên xwe jiber piştgiriya penaberan bo hukimeta herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge anî ziman.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî, spasiyên xwe arasteyî Frans û raya giştî ya cîhanî kir û destnêşankir, serkeftina encamî hemberî DAIŞ, di warê ramanî de dikare bidest were.
C.B