TEV-DEM: Tirkiye bi avakirina dîwar Efrînê ji Sûriyê cuda dike
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) avakirina dîwar li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dike û radigihîne, bi bêdengiya navdewletî û bi alîkariya Rûsyayê perçekirin û dagîrkirina Sûriyê tê rewakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tev-Dem di daxuyaniyekê de de ragihand, di demekê de ku hewldanên navdewletî ji bo hûnandina destûra Sûriyê ya demkî ya nû tê kirin, Tirkiye rewşê aloz dike û çareseriya siyasî asteng dike.
TEV-DEM dibêje, Tirkiye kiriyarên qirkirin, guhertina demografîk û guhertina nasnameya Kurdî ya Efrînê dike û dixwaze wê vediguherîne beşek ji Tirkiyê. Bi vê yekê hemû qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî binpê dike.
Herwiha di daxuyaniyê de hat, Tirkiye bi lêkirina dîwaran hewl dide Efrînê tevlî sînorê dewleta Tirkiyê bike û Efrînê ji Sûriyê veqetîne. Tirkiye dixwaze senaryoya Qibrisê û Lîwa Îskenderonê dubare bike.
TEV-DEM rexneyê li helwesta Rûsyayê digire û dibêje, divê Rûsya berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî li hember kiryarên Tirkiyê rabe.
S. B