Aliyên Kurdî bi erênî li destpêşxeriya Fransayê dinêrin

Li ser daxwaza Firansayê careke din behsa lihev hatineke Kurdî - Kurdî tê kirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Firansayê careke din behsa lihev hatineke Kurdî - Kurdî tê kirin. Serkirdên ENKSê dibînin ku serperiştiyeke navdewletî dê encamên erênî ji danûstandinan re bîne. Ji aliyê xwe ve hin serkirdên MSDê jî tekez dikin ku ji berjewendiyên Kurda ye ku di vê demê de nêzîkbûn çê bibe.

Piştî hin civînên cuda bi rayedarên Firansayê re, ji aliyê berpirsên Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) mijara lihevhatineke Kurdî careke din derdikeve holê. Şandek ji Komîta Têkiliyên Derve ya ENKSê bi hin berpirsên Firansayê re beriya çend rojan civiyan û mijara têkiliyan bi Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re hate gengeşe kirin. Berpirsên ENKSê diyar dikin jî ku serperiştiya aliyekî navdewletî mîna Firansa cihê rehetiyê ye, nemaze ku Firansa di Sûriyê de xwedî rolekî giring e. Herwiha tekez dikin jî ku ENKS ji bo çi gavên yekrêziyê amade ye û pêwîst e aliyê din jî bi erênî nêzîkî vê gavê bibe.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê ji K24ê re got: “Berê hin rêkeftin bi PYDê re çê bûn, lê mixabin ji ber ku aliyekî gerentîkar ê navdewletî ê bihêz tune bû, ew neçûn serî, tevî ku bi serperiştiya Cenabê Serok Barzanî bûn. Piştre heger diyalog biçe serî û yek ji xalên wê derbasbûna Leşkerên Roj e, lê niha divê heyamek bê amadekirin ta diyalog biçe serî.”

Beriya çend rojan berpirsên Firansa ji hin serkirdên Rêveberiya Xweser re piştgiriya xwe ji doza gelê Kurd re nîşan dan. Li gorî hin jêderên ragihandinê ji berpirsên Rêveberiya Xweser re doz kiribûn ku deriyê lihevhatina bi ENKS`ê re vekin. Hin berpirsên MSDê didin zanîn jî ku ji ber Firansa di Sûriyê de xwedî berjewndî ye, dê derfetên nêzîkbûneke Kurdî - Kurdî zêde bike û dibînin ku garantiyeke navdewletî egerên avakirina yekrêziya Kurdî zêde dike.

Serkirde di MSDê Telal Mihemed dibêje: “Dema lihevkirina Kurdî bê kirin û hemû hêzên tevgera siyasî ya Kurdî di nava vê rêveberiyê de bin, dê karê dostên Kurdan wek Fransayê hêsantir bibe ji bo beşdariya Kurd di danûstandinên Cenêvê û komîta destûrî ya Sûriyeya nû de. Di baweriya min de dema fişarek navdewletî hebe, belkî wê demê encamê wê ji fişareke Kurdistanî erênîtir be.”

Zêdeyî rêkeftinekê di navbera ENKS û TEV-DEMê hatine îmzekirin, lê tu rêkeftin ji wan neçûn serî, mijarên Leşkerê Roj, rêveberî, û aborî jî ta nuha cihê nakokiyan e di navbera her du aliyan de, lê li gorî hin çavdêran, serperiştiya Firansayê wek aliyekî navdewletî dê gavên ber bi avakirina yekrêziyê ve bihêztir bike.

 

Fly Erbil Advertisment