YPGê xalên xwe li Til Rifatê vegerandin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû xalên li Til Rifatê ji grûpên çekdar vegerandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû xalên li Til Rifatê ji grûpên çekdar vegerandin.

Rewangehê da zanîn, şer û pevçûnên şeva bûrî ya di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundên Şiwarxe, Miranaz û Malkiyê li başûr û rojhilatê Efrînê derket.

Diyar kir, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên fermana xwe ji Tirkiyê werdigirin karîn hejmarek ji xalên YPGê kontrol bikin, lê piştî demjimêrekê YPGê di êrîşeke berûvajî de karî hemû xalên xwe vegerîne.

Amaje bi wê yek, 3 çekdarên opozîsyonê di encama teqîna mayînan li xalên ku ji YPGê kontrol kiribûn de mirin.

Herwiha Rewangehê belav kir, artêşa Tirkiyê xalên YPGê li firokxaneya Minigê topbaran kirin û di encamê de hejmarek şervanên YPGê birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî, ev şer û topbaran piştî wê yekê hat, YPGê êrîşî xalên artêşa Tirkiyê li Ezazê kir û di encamê de 2 fermandarên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment