Amerîka bo rûbirûbûna gefên Îranê dijemûşekên Patriot dişîne navçê

Bi armanca rûbirûbûna gefên Îranê li navçê, Amerîka dijemûşekên Patriot şand Kendava Erebî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca rûbirûbûna gefên Îranê li navçê, Amerîka dijemûşekên Patriot şand Kendava Erebî.

Wezareta Bergîriya Amerîka (Pentagon) di daxuyaniyekê de aşkere kir, keştiya USS Arlington ku hilgira dijemûşekên Patriot e û wek pêşketîtirîn sîstema dijemûşekî li cîhanî tê nasîn, şandiye Rojhilata Navîn.

Diyar kir jî, armanca şandina wê keştiyê, ji bo rêgirtina li her operasoneke Îranî li ser hêzên Amerîka li navçê bibe. Got jî: Pentagon bi hemû karîna xwe çavdêriya tevgera artêşa Îranê û hêzên li navçê yên nêzîkî Tehranê dike.

Daxuyaniya Pentrgonê tekez kir, ew şer naxwazin, lê ew ji bo berevaniya li berjewendiyên welatê xwe li navçê di amadebaşiyê de ne.

Alozî di navbera Amerîka û Îranê niha gurtir bûye, bi taybet ku Amerîka di Mijdara 2018an de qonaxa duyem a sizayan li ser Îranê sepand û ji bo 6 mehan rê da 8 welatan petrola Îranê bikirin. Ew heyama 6 mehan jî, ji destpêka vê mehê ve bidawî bû.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment