Berî 45 salan Leyla Qasim û hevalên xwe hatin şehîdkirin

Berî 45 salan û di roja 12ê Gulana 1974an, keça Kurd a qehreman Leyla Qasim tenê ji ber Kurdbûn û helwesta xwe ya netewî ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî hat bidarvekirin. Leyla Qasim piştre bi “Bûka Kurdistanê” hat binavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî 45 salan û di roja 12ê Gulana 1974an, keça Kurd a qehreman Leyla Qasim tenê ji ber Kurdbûn û helwesta xwe ya netewî ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî hat bidarvekirin. Leyla Qasim piştre bi “Bûka Kurdistanê” hat binavkirin.

Leyla Qasim Hesen sala 1952an li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve di malbateke Kurdperwer a hejar jidayik bû û sala 1958an çû ber xwendinê û qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kir.

Leyla Qasim di sala 1971an de beşa Civaknasiyê li Kolîja Wêjeyî ya Zankoya Bexdayê xwend û di heman sale de jî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li Bexdayê dest bi xebatê kir.

Zulm û zora rêjîma Beis a Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwezî û têkoşînê ji bo bidestanîna mafê netewî yê gelê Kurd di dilê Leyla Qasim de dirust kir.

Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.

Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, eşkence û azara hovane ya celadên Beis nekarîn Leyla ji helwestên wê yên netewî vegerîne.

Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb diçe ber kêndira bidarvekirin. Leyla di dawî çirkeyên jiyana xwe de ji celadên Beis re dibêje: “Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana min fîdayî riya rizgariya Kurdistanê dikim.”

Leyla Qasim dibêje: “Bi vî çilê Kurdî ve, dibim bûka Kurdistanê.”

Roja 12ê Gulana 1974an Leyla Qasim û 4 hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman tên bidarvekirin.

Kêmin ew kesên ku piştî mirina wan, jiyana wan ya resteqîne destpê dike, çavnetirsî û çîroka jiyan û helwesta netewî yên Leyla Qasim, bû sedema geşbûna helwesta netewî li cem bi hezaran lawên Kurd.

Çavnetirsiya Leyla Qasim û helwestên wê li kêndira darê bidarvekirinê, dengekî bilind li pişt xwe anî û bi hezaran keçên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bi navê Leyla hatin binavkirin.

Leyla Qasim bû navekî diyar di nava çîrok, dastan û helbestên nivîskarên Kurd.

  

 

S. B

Fly Erbil Advertisment