Agir bi ceh û genimê 10 gundên Kobanê ket
Li Kobanê di du rojên bûrî de agir bi rûbereke fereh a genim û daneyên 10 gundan ket û nêzîkî 700 Hiktar zeviyên xelkê şewitînin.
K24 – Kobanê
Li Kobanê di du rojên bûrî de agir bi rûbereke fereh a genim û daneyên 10 gundan ket û nêzîkî 700 Hiktar zeviyên xelkê şewitînin. Cotkarên Kobanê gilî û gazindan dikin ku patozên deverê berê xwe dane herêma Cizîrê û çinîna ceh û genimên wan dereng xistine, niha jî berhemên jî şewtîne.
Cotkarê Kobanî Bavê Xelîl ji K24ê re got: “6 şimilên min şewitîn. Heger patoz hebana ev yek nedibû û min ê rizqê xwe top bikira. Patoz tune ne û çinîn buha kirine û hemû çûne Cizîrê. Ev sûcê partî (PYD) ye, heger partî çareyek li wan bikira, dê hin patoz li cem me bihîştana û genimê me jî biçiniya. Ez deyndar im, min li vê berhemê dinêrî, lê ew çû.”
Desteya Aborî ya Kobanê ji aliyê xwe ve dide zanîn, ew nikarin xwediyên patozan kontrol bikin û ew bangê li wan dikin ku vegerin herîmê û li gel xelkên xwe bisekinin.
Serokê Desteya Aborî ya Kobanê Xelîl Şêx ji K24ê re got: “Me rê da hin patozan biçin, lê gelekî jî bi dizî û bê agahiyên me çûn. Herin pala 15 rojan bikin û werin mewsima Kobanê jî rakin, lê wan em xapandin, çavên wan li zadên Cizîrê ketin û zad jî îsal baş e û çûn. Em bang li wan dikin ku divê miletê xwe li Kobanê bi tenê nehêlin. Rojane agir bi zeviyan dikeve, tîm û amûreyên agirkujê di amadebaşiyê de ne, lê îsal agir pir e
Li gor serjimêrên fermî 163 hazar Hiktar ceh û genim li Kobanê hatine çandin û ji ber barana zêde ya îsal bariye, çandinî gelekî baş bûye û ev jî cihê kêfxweşiyê xelkê bû û gelek hêvî li ser gêr dane, lê metirsî heye ev kêfxweşiya berdewam neke, ji aliyekî ku xelk ji nerxê kirîna ceh û genim ne razî ne û aliyekî din jî agir bi zeviyên wan dikeve.
