Tirkiye li sînorê Bakur û Başûr operasyoke berfireh dike
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan li ser Sinorê Şemizînan û devera Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê operasyonek berfereh dane destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan li ser Sinorê Şemizînan û devera Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê operasyonek berfereh dane destpêkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser zêdebûna êrişên gerilayên PKKê, wan operasyonek berfereh hem bejayî hem jî esmanî daye destpê kirin.
Diyar kir jî, Wezirê Berevaniyê Hulusî Akar û fermandên payabilind operasyonê kordîne dikin.
Operasyon bi navê Pençe Doh, bi beşdarîya topavêjan, firokeyên şer û helîkopteran hatiye destpêkirin ku devera Şemizînan û Xakurkê bi xwe ve digre.
Li gor daxuyaniyên ajansên nêzîkî PKKê jî, di nav sê rojan de gerîlayan çendîn caran êriş birine ser baregehên Tirkiyê yên li ser sinorê Şemizînan û di encamê de 7 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
S. B