YNK sedema beşdarnebûna di hilbijartina Serokê Herêmê de aşkere dike

Îro Parlemantoya Kurdistanê civiya û Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart, lê Fraksiyona YNKê ku pêştir rêkeftina wan bi PDKê re heye, beşdarî civînê nebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Parlemantoya Kurdistanê civiya û Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart, lê Fraksiyona YNKê ku pêştir rêkeftina wan bi PDKê re heye, beşdarî civînê nebû.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Bernameyeke me ya hevbeş bi PDKê re ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû, lê naveroka rêkeftinê nehat bicihkirin.”

Got jî: Li gor rêkeftina di navbera me de, bernameyeke me ya hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re hebû.”

Ji aliyekî din ve, Seroka Firaksiyona YNKê di Parlemantoya Kurdistanê de Bêgerd Talebanî ragihand, “Beşdarînekirina me di civînê de, ne babeteke kesayetî ye, belkû bi sedema ku em negihîştibûn rêkeftina ku em dixwazin.”

Ragihand jî, “Wek Fraksiyona YNKê, em pabendî biryara partiya xwe ne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment