Fransa: Sûriye kimyawî bikar bîn e, dê bersîva xwe bigre
Fransa soz dide, Eger kîmyawî li Sûriyê bê bikaranîn, ew dê bersivê bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa soz dide, Eger kîmyawî li Sûriyê bê bikaranîn, ew dê bersivê bidin.
Nûnerê Fransa li Neteweyên Yekgirtî François Delattre di civîna ya Civata Asayişa Navdewletî derbarê rewşa mirovî li Sûriyê ragehand, Ew dê bi tundî bersiv bidin, eger êrîşek kîmyawî li Sûriyê hat encamdan. Tekezî li rawestandina şerê li Îdlibê, rêzgirtin li yasayên navdewletî û giringiya çareseriya siyasî ji bo rewşa wî welatî kir.
Opozisyona Sûriyê, hêzên hikumeta wî welatî bi bikaranîna çekên kîmyawî li roja 19ê vê mehê li bajarokê Kebanî yê parêzgeha Laziqiyê tometbar kiribû.
C.B