5 hezar Donim zeviyên Êndîwarê bê çandinî mane
Bi hatina werzê paleyê li Rojavayê Kurdistanê, birînên xelkên gundê Indîwerê vejîn dibin, ku di sala xwe ya 4 an de bêhtir ji 5 hezar Donim zevî bê çandinî dimînin û ta nuha ti çare ji wan re nehatiye dîtin.
K24 – Dêrik
Bi hatina werzê paleyê li Rojavayê Kurdistanê, birînên xelkên gundê Indîwerê vejîn dibin, ku di sala xwe ya 4 an de bêhtir ji 5 hezar Donim zevî bê çandinî dimînin û ta nuha ti çare ji wan re nehatiye dîtin.
Bi hatina werzê paleyê re, cotkar hemû amadekariyên xwe ji bo danheva berhemên xwe dikin, lê apê Ebdella û hejmerek ji gundiyên xwe tenê çîrokên zeviyên xwe di dema paleyê de bi hev re par ve dikin, û bi dilekî şikestî û ji dûr ve li zeviyên xwe yê bê berhem temaşe dikin.
Ji beriya 4 salan ve bêhtir ji 5000 dûnim zeviyên Êndîwerê, bi sedema gefên hêzên sînorî yên Turkiyê bê çandinî dimînin, ku bi dehên malbatan debara jiyana wan hatiye rawestandin.
Rûbera bê çandinî maye ji deverên herî zengîne bi çandiniya xwe, tê de gelek cûreyên şînkayî, genim, û ceh têne çandin, ji bilî çendî kargehên qûmê ku ew jî karkerên tê de rastî guleyên hêzên sînorî yê Tirkiyê hatin bê kar mane, tevî hemû hewildan û gazinan jî lê ta nuha tu çare ji xelkên Indîwerê re nehatiye dîtin, û salane bi sedên hezar Dolar bi sedema van kiryaran ji destê xelkê diçe.
Gefên Tirkiyê bêhtir ji 5000 Donim zevî bê berhem dike, gundê Êndîwerê ji bilî zengînbûna wê bi çandiniyê jî yek ji deverên geştyariyê ye di deverê de, ev geştyarî jî bi sedema van gefan hatiye rawestandin.