Bayik: Ti pêwendiya hevdîtina bi Ocalan re bi hilbijartinên Stenbilê re nîn e

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik radigihîne, çi pêwendiya hevdîtinên bi Ocalan re, bi hilbijartinên Stenbolê re nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik radigihîne, çi pêwendiya hevdîtinên bi Ocalan re, bi hilbijartinên Stenbolê re nîn e.

Cemîl Bayik di daxuyaniyeke televîzyonî de eşkere kir, di hilbijartinên Stenbolê de armanca wan a sereke dawîkirina faşîzma AK-Partî û MHPê ye.

Herwiha diyar kir, çi pêwendiya destpêkirina hevdîtinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parêzerên wî bi hilbjartinên Stenbolê re nîn e. Hevdîtinên Ocalanî di encama zexta hêzên navnetewî y a dijî Tirkiyê û grevên birçîbûnê de destpê kiriye. Ewê çavderiya tecîrda li ser Ocalanî bikin, ka gelo tecrîd bi temamî rabûye an na.

Hevserokê KCKyê herwiha tekez kir, dewleta Tirkiyê hişmendiya xwe li beramberî pirsa Kurdî neguhere û li Tirkiyeyê şer ti carî dawî nabe.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment