Tirkiye: Lêpirsîn dijî navê Dêrsimê
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li dijî navê Dêrsimê lêpirsîn da destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li dijî navê Dêrsimê lêpirsîn da destpêkirin.
Civata Şaredariya Dêrsimê di 22ê Gulanê de navê Şaredariya Tunceliyê ji ser xwe avêtibû û navê xwe yê resen û Kurdî li xwe kiribû.
Ev pêngava Şaredariya Dêrsimê, navendên nîjadperest, herweha desthilata Tirkiye xist nav tevgerê, ku navê resen ê Kurdî napejîrin in. Îradeya xelkê Dêrsimê nasnekin.
Liser vê biryarê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê lêpirsîn da destpêkirin û çavdêrek erkdar kir.
Hikûmeta Tirkiyê di 1935an de bi yasayeke taybet navê Dêrsimê guhertibû, kiribû Tuncelî. Piştî 3 salan jî, xelkê Dêrsimê ji aliyê wê hikûmetê ve hatibû jenosîdkirin.
C.B